12 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
HELEB
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê 500 metro nêzî navenda navçeya Azezê bû.
Fermandarê tirkmen ê Cephetul Şamiyeya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) Zekeriya Karsli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku PYDyê ev du roj in ku êrîşên xwe yên ser Azezê zêde kirine û balafirên şer ên ûris ji hewayê piştgirî didin PYDyê.
Karsli bi bîr xist ku piştî pevçûnên duh 4 gundên nêzî Azezê ketin destê PYDyê û got ku "Balafirên şer ên ûris bêyî ku ferq û mehliyê bikin herêm bombebaran dikin. Rêxistina terorê ya ku piştgiriya Rûsyayê dihlîne ket gundê Şat a ku 500 metro dûrê Azezê ye. Pişt re jî gundê Mînnîk bi dest xistin. PYDya ku Azez dorpêç kiriye bi çekên giran êrîşî gund Ayndaxneya di navbera Til Rifat û Azezê kir."
Karsli got ku ji mixalifên li herêmê arîkarî xwestin lê belê tenê ji Exrar'û Şamê hêzeke biçûk piştgirî da wan.
Karsli destnîşan kir ku demildest hewcedariya wan bi çekên giran û cebilxaneyê heye û got ku "Hindik maye ku cebilxaneya me xilas bibe û li herêmê rewş gelekî xirab e. Em dijî PYDya ku çekên wan ên giran heye têkoşîn didin."