10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Prof. Ebûbekir Sofuogluyê Hîndekarê Beşa Tarîxê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Sakaryayê diyar kir ku PYD û DEAŞ bi hev ra li dijî Tirkiyeyê şer dikin.
Sofuoglu daxuyaniya da AAyê û destnîşan kir ku Amerîkayê berê got ew ê sîlahan nede PYDyê, CIAyê ji bo PYDyê got ku şaxa PKKyê û lê wê wekî rêxistina terorê nabînin.
Sofuoglu got ku terorsîtên PYDyî bi kamyonan terorîstên DEAŞî texliye kirin, ev jî nîşan dide ku Amerîka bi PYD, DEAŞ û hin rêxistinên terorê ra hevkariyê dike û wiha axivî: "PYDya partnerê Amerîkayê daxuyanî da û got, 'Ji bo li dijî Tirkiyeyê şer bikin em ê terorîstên DEAŞî yên di girtîgehan da serbest berdin'. Ev jî nîşan dide ku Amerîka bi terorê ra hevkariyê dike. Derewa diavêjin û dibêjin, 'Tirkiye sivîlan dikuje'. Dema em bêjin ev rast e dibê DEAŞiyên ku PYDyê serbest berdan birevin."
Ebûbekir Sofugolu diyar kir ku derewa "PYD di têkoşîna dijî DEAŞÊ da aliyê me dike" ya Amerîkayê derkete holê û wiha pê da çû: "Nika bi şertê berdana ji girtîgehê an jî şertê din va PYD û DEAŞ bi hev ra li dijî Tirkiyeyê şer dikin."
Sofuoglu destnîşan kir ku PYDyê dereweke din jî belav kir û got ku 2 rêveberên DEAŞê hatin girtin û wiha axivî: "Heke ev xebera rast be terorîstên DEAŞî yên ku li aliyê wan şer dikin gelo ew ê şer bidomînin û li ser navê PYDyê şer bikin? Gotinên Amerîkayê û PYDyê hevdu nagrin. Ji ber vê jî hevkariya Amerîka bi PYD û DEAŞê ra dike gelek caran hat bihîstin û Trump jî bi devê xwe ev got."
Sofuoglu got Tirkiye dikare bêje "Amerîka piştgiriyê dide terorê" û giliyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bike, herî dawîn Rûsyayê jî daxuyaniyeke wisa da û got ku ew ê vê bîne rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.