Türkan Tosun
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
HATAY
Roketa ku ji Efrîna di bin dagirkirina rêxistina terorê de ye hat avêtin, li Reyhanliya navçeya Hatayê kargehekê ket.
Endamên PYD/PKKyê ji Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê lê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dike roketek avêtin. Roket li ser kolana Tayfur Sokmen dîwareke kargehekê ket.
Ji ber teqînê di kargehê û wesayîtekî de zirar çêbû.
Li gor agahiyên ewil di bûyerê de tu kes birîndar nebû, gelek hêzên ewlekariyê û wesayîtên agirkujê hatin cihê bûyerê.