01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
MALATYA
Di operasayonên ku meha hezîranê li dijî DAEŞa rêxistina terorê hatin kirin da ji 106 gumanbarên hatin binçavkirin 32 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di xebatên polês, cenderme û yekîneyên hidûd meha borî kirin da gelek mensûbên DAEŞê hatin binçavkirin, çek, cebilxane û belgeyên rêxistinê hatin qefaltin.Di sê rojên ewil ên meha hezîranê da li Antalya û Gazîantepê yek jê ji Efganistanê 12 mensûbên DAEŞê hatin binçavkirin û ji wan 6 gumanbar hatin girtin.Dîsa di operasyonên ku li seranserê welêt dihatin kirin da jî 7 mensûbên DAEŞê hatin binçavkirin û ji 2 demanceyên bêrûhsat, 5 şarjor û 129 guleyên wan, 21 hezar lire, 10 hezar û 500 dolar, 13 hezar û 500 pakêt cixare, compîturek û CD hat qefaltin.
Li Stenbolê jî di operasyona 3 hezîranê dijî DAEŞê hat kirin da 19 welatiyên ji Tacikistanê hatin binçavkirin û paşê hatin dersînorkirin.
Li Bursayê jî di 4ê hezîranê da ji 5 kesên hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin.
Di operasyona ku Kirikkale wek navend li Enqere, Îzmir, Manîsa û Gazîantebê li dijî DAEŞa rêxistina terorê hat kirin da jî 7 kesên bi hinceta ku alîkariya rêxistinê dikin hatin binçavkirin ji wan 6 kes serbest hatin berdan û yek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Li Oguzelî û Nîzîpa navçeyên Gazîantebê, Enqere, Yozgat û Stenbolê jî di operasyona dijî DAEŞê da ji 15 kesên hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.
Li Kahramanmaraşê jî di 14 hezîranê da dijî DAEŞê operasyon hat kirin û 3 jê biyanî 4 kesên hatin binçavkirin ji ber sûcê "alîkariya rêxistina terorê kirine" hatin girtin.
Di operasyona ku li Elbeyliya navçeya Kilîsê, Antalyayê da jî ji 9 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Di 26ê hezîranê da jî li Tarsusa navçeya Mersînê operasyon hat kirin û 6 kesên ku eleqeya wan bi "çekbendê xwekujiyê" ra hebûn hatin girtin.
- Êrîşa terorî ya li Balafirgeha Atatirkê
Piştî êrîşa terorî ya ku li Balafirgeha Atatirkê qewimî hêzên ewlehiyê bi operasyonên hevdem girtin ser 16 navnîşanan û 3 jê biyanî 13 kes binçav kirin.
Di 30yê hezîranê da li Karabaglar, Buca, Konak û Bornovaya navçeyên Îzmirê li dijî DAEŞê operasyon hat kirin û 9 kes hatin binçavkirin.
- Di 2016an da hezar û 654 kes hatin binçavkirin
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala diyar kir ku heta îro di operasyonên li dijî DAEŞa rêxistina terorê da 5 hezar û 310 kes hatin binçavkirin û ji wan jî hezar 654 kes hatin girtin û wiha dewam kir: "Bi tenê di 2016an da hezar û 654 kes hatin binçavkirin û ji wan 791 kes biyanî ne û ji yên hatine binçavkirin jî 663 kesên wan hatin girtin ji wan jî 371 kes biyanî ne."
- TSKê derbeyeke mezin li DAEŞê xist
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) çawa ku di meha gulanê da li cih, der û hedefên DAEŞê dixist heman karî di meha hezîranê da jî dewam kir û hedefên DAEŞê yên li Sûriyeyê bi tanq, obus û roketavêjan va dan ber bombeyan û 230 mensûbên rêxistina DAEŞê jî kuşt.
- Pêvajoya Darizandina mensûbên DAEŞê
Li Ulukişlaya navçeya Nîgdeyê di doza ku ji ber êrîşa ku polêsek şehîd ket welatiyek mir û 7 jê esker 8 kes birîndar bûn, li 4 mensûbên DAEŞê hat vekirin da ji bo her çaran 10 carî cezayê heta hetayê û 454 sal û 6 meh cezayê hepsê hat dayîn.
Di doza ku li 4 bersûcên 2 jê ji bo li Enqereyê êrîşa xwekujiyê bikin tên darizandin da dozgerê komarê ji bo her yekî ji wan 27 sal û ji bo yekî jî 15 sal cezayê hepsê xwest.