01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
SOÇÎ
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Soçiyê hatin bal hev.
Wezîrê Tirkiyeyê piştî qeyrana ji ber daxistina balafira Rûsyayê ku di 24ê mijdara 2015an da qewimîbû cara ewil e ku diçe Rûsyayê û bi Lavrov ra li Soçiyê hat bal hev.
Çavuşoglu beriya hevdîtinê daxuyanî da û ji ber vexwendina ji bo Civîna Hevkariya Aborî ya Behra Reş û pêşwazîkirina Lavrov spas kir.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu nameya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra şand bi bîr xist û wiha got: "Ev gelek baş bû. Ji bo têkiliyên me çêtir bibin û mijarên ku li serê sekinîne pêşva biçin telîmat dan me."
Lavrov jî ji Çavuşoglu ra ji ber beşdarî civînê bû spas kir û hevdîtina li ser têlefonê ya Erdogan û Putîn nirxand û got ku ji bo asayîbûna têkiliyan wê li ser gavên pratîk bisekinin.
Lavrov û Çavuşoglu demeke kurt ji bo çapemenî dîmen û wêneyên wan bikşîne sekinîn û paşê bi hev ra hevdîtineke ku 36 deqîqeyan dewam kir, kirin.
Lavrov û Çavuşoglu herî dawîn di 3 meha kanuna borî da li Belgradê hevdîtin kiribûn.