30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
ANKARA
Di Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyê dijî hedefên terorê dewam dike da duh 162 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 12 hedefên PKK/PYDya rêxistina terorê hatin gulebarankirin.
Li gor agahiya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkieyê hat dayîn, di roja 68emîn a Operasyona Mertalê Feratê da kontrola gundê Kar Kalbayna ku li ser Mareyê û gundê Sîneklî, Mîrkane ku li ser Raiyê ye, hat bidestxistin.
Li rojavayê Taşlihoyukê makîneya kar ya ku piştevaniya hemleya muxalifan dike, bi dijetanka kîpkirinê ya unsûrên rêxistina terorê DEAŞê va hat lêdan. Di encama êrîşê da di makîneya şixulê da xesar çêbû, lê kes nemir.
Herwiha 162 hedefên rêxistina terorê DEAŞê, 12 hedefên rêxistina terorê PKK/PYDyê hatin gulebarankirin.
Ji destpêka operasyonê vir da heya niha hezar û 330 kilomêtroçargoşe xak hat kontrolkirin. Piraniya wan çalkirî 33 mayin û hezar û 369 teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin.