13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
AGRI
Li Agiriyê operasyona dijî rêxistina terorê ya ku di encamê de eskerek şehîd ketibû û 3 terorîst jî hatibûn kuştin, dewam dike.
Li gor agahiyan, operasyona dijî rêxistina terorê ya ku li gundê Gungorena li texma Çiyayê Agiriyê dimîne dewam dike.
Artêşa Tirkiyeyê dîmênên operasyonê parve kirin. Li gor dîmênan firokeyên şer herêmên ku terorîst lê bûn dan ber bombeyan.
Di encama operasyonê de gelek sitargeh û şikeftên ku ji aliyê terorîstan ve dihatin bikaranîn hatin îmhekirin.
Xebatên hêzên ewlehiyê yên kontrol û lêgerînê dewam dikin.