Ekip
23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê gengeşiya li Emrîkayê û daxuyaniya Tirkiyeyê got: "Helwesta veşartin û piştguhkirina provakasyon û tundiya neyarên tirkan a li ber Balyozxaneya Washingtonê û di vê mijarê da sûcdarkirina Tirkiyeyê şerm û bêrêzî ye. Loma jî notaya devkî û nivîskî ya Tirkiyeyê do da DYAyê rast e. Ev heq û hiqûqî ye. Kêm e, lê zêdebar nîne."
Bahçelî, di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û li ser bûyerên rojevê nirxandin kirin.
Bahçelî behsa têkoşîna li dijî rêxistina terorî FETOyê kir û wiha axivî: "Divê temarê krîpto bê jêkirin û şaxa siyasî ya FETOyê ya cil guherandiye û ji hêla şêwe û terzê va xwe hildaye ewlehiyê bê belawelakirin. Divê bi helwesta seferberiyeke neteweyî ev bê rojevê."
Li ser gengeşiya li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Washingtonê jî Bahçelî wiha nirxandin kir: "Helwesta veşartin û piştguhkirina provakasyon û tundiya neyarên tirkan a li ber Balyozxaneya Washingtonê û di vê mijarê da sûcdarkirina Tirkiyeyê şerm û bêrêzî ye. Loma jî notaya devkî û nivîskî ya Tirkiyeyê do da DYAyê rast e. Ev heq û hiqûqî ye. Kêm e, lê zêdebar nîne."