23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
TCG KEMALREÎS
Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan di çarçoveya Tetbîqata Denîzkurdu 2017an ya ku li perava Marmarîsê hat kirin da guleyên şevê teqîb kir, di firqateyna Fermandariya Hêzên Behrê da şeva xwe derbas kir. Orgeneral Akar got, "Operasyonên dijî terorîstan ji xeynî PKK/PYD/YPGyê li dijî FETO û DEAŞa rêxistina terorê jî heta terorîstê dawîn ji holê bê rakirin wê dewam bike."
Denîzkurdu 2017an tetbîqata herî mezin e ku bi destê Fermandariya Hêzên Behrê tê kirin, li Marmara, Ege û Behra Sipî ya Rojhilat di avên navneteweyê da û li esmanê navneteweyî dewam dike.
Ekîba AAyê xabetên şevê ji Firqateyna Kemalresî a TCGyê teqîb kir.
Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan piştî ku xebatên şevê bi serkeftî hatin temamkirin rewş nirxand û diyar kir ku hemû hereketên ku bi destê TSKê tên kirin li gor hiqûqa navneteweyî tên plankirin.
Orgeneral Akar wiha got:
"Wek Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di çalakiyên ku tên kirin da prensîba me ew e ku bi welatên cînar ra têkiliyên baş daynin, aştî û dostiya di navbera welatan da bidomînin. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li welatê me yê ku 3 aliyên wê behr e her tim amade ye ku ji bo parastina heq û berjewendiyên welatê me derkeve wezîfeyê.
Akar diyar kir ku bi vê tetbîqatê va carekê dîsa ev hat rayêdan û got, "Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Sûriye, Iraq û nav welêt têkoşîna dijî terorê bênavber didomîne. Wek mayîn Fermandariya Hêzên Behrê jî li behrê ji bo parastina heq û berjewendiyên welatê me bi personel û platformên xwe va bi şev û bi roj xebatên xwe didomîne. Operasyonên dijî terorîstan ji xeynî PKK/PYD/YPGyê li dijî FETO û DEAŞa rêxistina terorê jî heta terorîstê dawîn ji holê bê rakirin wê dewam bike."