ÎSTANBUL
Derket holê ku sûbayên mensûbên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), seba kordînekirina hewldana derbeyê di 15ê tîrmehê da di WhatsAppê da komek ava kirin û ji hev ra nivîsîn, di nivîsarên xwe da ji bo xelkê sivîl emrê "Biarçiqînin, bisojin tawîz tune" dan û piştî şikestinê jî planên bazdanê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêkolîna xwe ya li ser têlefonên derbekaran didomîne û herwisa nivîsarên di koma navborî da berhev kirin.
Di berhevkirinê da rutbeyên kesên ku ji hev ra nivîsîn jî hat tespîtkirin. Dîsa di berhevkirinê da cih dan telîmatên sûbayên FETO. Di axaftinan da midaxaleya ku dê li gelê sivîl û medyayê bihata kirin, bal kişand ser xwe.
"Telîmata qelebalixan bi guleyan belav bikin"
Di nivîsarên mensûbên FETOyê da hat tespîtkirin ku di şeva hewldana derbeyê da îfadeyên pir tirsnak hatin emilandin, emr dan ku qelebalix bira bi guleyan bên belavkirin.
Beşek ji nivîsarên ku hatin berhevkirin wiha ye:
- Yarbay Muzaffer Duzenli: Emrê dubareyê. Ez digihînim. Qelebalix dê bi guleyan bên belavkirin.
- Albay Muslum Kaya: Makîneyên kar nêzîkî AKOMê dikin. Heval guleya diteqînin.
- Albay Uzay Şahin: Bi guleyan bersivê bidin, nehêlin nêzîk bibin.
- Bînbaşi Mehmet Karabekir: Wekî kesekî li qadê ez guleyê berdidim qelebalixê, ez disekinim. Dubare dubare bi awayekî bi kontrol biemilînin belav dibin 10-15 kes arçiqîn. Şikandina însiyatîfê nabe.
- Albay Muslum Kaya: Li Taksîmê gaz avêtine. Çav çavan nabîne, gule berdane depoyên wesayîtên ku çûne Taksîmê wesayît nalibite.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Li Kuleliyê şerekî dijwar heye. Em gule bi ser komê da agir dikin.
- Albay Muslum Kaya: Li Taksîmê rewş krîtîk e.
- Yarbay Muzaffer Duzenli: Qelebalixên ku gule li wan tê reşandin belav dibin. Xwedê bira alîkarê me be.
- Albay Muslum Kaya: Teqwiyeya li Taksîmê çûye lojmanên Beşîktaşê firoke difirin.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Heval pireya 2yemîn tehliye dikin. Li Kuleliyê şerekî dijwar diqewime ber bi îstiqameta Beykozê.
- Albay Muslum Kaya: Tîmên Taybet hatine Taksîmê. Piştgiriya asîmanî?
- Bînbaşi Muammer Aygar: Firoke ma ne firokeyên me ne?
- Bînbaşı Mehmet Karabekir: Kesk yes (belê).
- Albay Muslum Kaya: Polêsê dijî AKOMê operasyon bike. Ma piştgiriya asîmanî ne mimkûn e li Taksîm û AKOMê rewş krîtîk e.
- Albay Ahmet Baykal: ÎMKB kontrol dubare hat pêkanîn xelk hat belavkirin.
- Serpel Mehmet Karabekir: Acibadem kontrol baş e.
- Albay Ahmet Baykal: Ji polêsan jî êdî zêde deng dernakeve. Muhîmmatên me hene, moral baş in.
Derbekaran şeva hewildana derbeyê Bogaz Koprusu û Pira Fatîh Sultan Mehmetê bi tank û leşkeran va rê girtin. Di nivîsên ku ji hev ra şandin da dibêjin "Em êrîşî pira 2yemîn bikin gelo?" Di nivîsên WhatsAppê da wiha dinivîsin:
- Albay Muslum Kaya: wesaîtên polêsan ên bizirx dora Taksîm TRT radyoyê girtine, piştgiriya esmanî, timî xazê diavêjin. Bila jet li Taksîmê nizim bifire, Taksîm di zorê da ye. Li Taksîmê leşker hildane, radyoya Taksîmê, xaz û gelek millet heye, rewşa Taksîmê xirab e.
- Serdar Muammer Aygar: Em bi balafirê êrîşî pira 2yemîn bikin gelo?
- Albay Muslum Kaya: Taksîm dibêje em li ber xwe nadin.
- Albay Uzay Şahîn: Hevalno heta quweta we diçe.
- Serdar Muammer Aygar: Pira 2yemîn balafir?
- Albay Uzay Şahîn: Muzaffer?
- Albay Muslum Kaya: Leşkerek li ber radyoyê birîndar bûye, em gazî ambulansê dikin 112 bersivê nade, ji lingê xwe birîndar e.
- Yarbay Ugur Coşkun: Li Sakaryayê bi dozeran dikevin qişlayê, rewş ne baş e.
- Albay Muslum Kaya: Ji bo îrtibata Taksîmê pirsgirêka bataryayê, bîstek berê sê caran gule berdane ku em nizanin.
- Albay Ahmet Zeki Gerehan: Wek aliyê Anadoluyê.
- Albay Muslum Kaya: Balafir kêrî taksîmê hatin, vêga aram e.
- Serdar Muammer Aygar: Hema tiştî em dikarin bibin ser pira 2yemîn?
- Albay Muslum Kaya: Balafir ji bo moralê baş e, ku sibe bû, em dikarin piştgiriya esmanî zêde bikin.
- Serdar Mehmet Karabekir: Kobra hate vê derê alîkarî.
- Albay Muslum Kaya: Dibêjin ekîba Taksîmê hatiye girtin, em teyîd dikin, ekîba taksîmê hatiye girtin, wek mayîn diçin avahiya radyoyê.
- Albay Uzay Şahîn: Teqwiye bi rê ketin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Gel ji polês dewa min dike. Em gula agir bikin hejmara wan zêde ye.
- Serpel Mehmet Turk: 17 kes ji bo CNNê di firokeyê da ne, em êdî radibin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Merivên me yên walîtiyê gel teslîmî polêsan kiriye. Polês bi gel nikare.
- Bînbaşî Mehmet Karabekir: Biperçiqînin, bişewitînin, tawîzê medin.
- Albay Ahmet Zeki Gerehan: De heydê Mehmet
- Yarbay Ugur Coşkun: Heger em gule biteqînin, emê 4-5kan bikujin, lê em nikarin bibin rêgirê ketina hundir.
- Albay Uzay Şahin: Xwedê alîkarê we be.
- Albay Muslum Kaya: Fermandarê min medyaya alîgir dewam dike.
- Albay Eyyup Gurler: Kora 2yemîn dibêje nikarim yekîneyan bişînin. Me name şandibû me ji Hêzên Bejayiyê ra got fermana Sererkaniyê ye. Got ezê nebêjim here.
- Albay Muslum Kaya: Em ji Tvya TRTê hêzan ber bi qada Taqsîmê va dişînin.
- Yuzbaşi Mehmet Turk: Osman Akaya nimare?
- Yarbay Ugur Coşkun: Artêşa Egeyê, bi navenda herekatê ra axiviye û gotiye bê emrê me hereket mekin.
- Albay Zeki Atmaca: Divê demildest midaxeleyî entênên li Çamlicayê bê kirin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Em guh nadinê lê belê yekîne ketine zehmetiyê welatî ketin walîtiyê.
- Albay Uzay Şahin: Bila yekîne li cihê xwe bimînin.
- Albay Muslum Kaya: Yenişafakê daxuyaniya Fermandarê Artêşa 1emîn da.
- Yuzbaşi Mehmet Turk: Em nikarin bi grûba Vatanê têkevin peywendiyê, dema em nû daketin gotibûn ne mumkun e em hevdu bibînin.
- Albay Muslum Kaya: Pêdiviya Taqsîmê bi wesayitên zirxkirî heye Osman.
- Yarbay Ugur Coşkun: Li Sakaryayê acil piştgirî lazim e
- Yarbay Muzaffer Duzenli: Ugur heger tu nikarî kontrol bikî vekişe.
- Albay Muslum Kaya: Li TRT radyoyê pevçûn derket. Bersivê didin. Teqwiyaya yekîneyê zirxkirî lazim e.
- Yarbay Ugur Coşkun: Rê girtî ne, vekişîn jî zehmet e, lê emê biceribînin.
- Albay Uzay Şahin: Hûn nexapin û çekê xwe daneynin.
- Albay Sadik Cebeci: Pêdivê tvyên taybet bêne bêdengkirin.
“Li TRTê danezan hate xwendin, berdewam bin”
- Yarbay Mustafa Duzenli: Hevalno gelek şikir, li Enqere û Sitenbolê gelek hedef hatin desteserkirin. Li TRTê jî danezan hat xwendin. Berdewam bin. Ewên ku li dijî herekata me bisekine, wê bersiveke tund bibîne. Ferman ev e. Birano ew yekîneyên ku pêwîstî li wê xala wan bi wan nebe, bila biçin xalên din.
- Yuzbaşi Mehmet Turk: Em nagine hev, gruba Vatan li kuderê ye em li ber deriyê Zanîngeha Bezmîalemê ne.
- Albay Uzay Şahin: Îrfan heger hûn dikarin biçin Taqsîmê biçin.
- Yuzbaşi Mehmet Turk: Grubeke mezin nêzîkî me dibe.
- Yarbay Ugur Coşkun: Gel û polês gihan hev, li Walîtiyê bangewaziya teslîmbûnê li personelan dikin. Pêwîstî bi piştgiriyê heye. Hêza me têrê nake.
- Bînbaşî Mehmet Murat Çelebîoglu: Mehmet Turk li Osman Akkaya bigere.
- Albay Muslum Kaya: Li Taksîmê hewcedarî bi teqwiyeyê heye dikarin wesayîta bizirx bişînin.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Yekîne bila balafirgehan û meydanan baş zext bikin teqez bila li wir bimînin paşve nekişin.
- Albay Muslum Kaya: Em milekî (hêzekî) teqwiyeyê dişînin Taksîmê.
- Albay Uzay Şahîn: Meydan teqez divê neyên valakirin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Li Sakaryayê hewcedarî bi piştgiriya bi lez û bez heye gel hewl dide ku mudaxaleyî tankan bike.
- Bînbaşî Mehmet Karabekir: Sabîha Gokçen rasterast gule berî derdorê bidin pirsgirêk li wê derê heye. Bila gel bikaranîn nebe pirsgirêk.
- Bînbaşî Muammer Aygar: Li Çengelkoyê gule berî 4 kesên li ber xwe didina da. Pirsgirêk tuneye.
- Yarbay Ugur Coşkun: Piştgiriya bi lez ji bo Sakaryayê.
- Albay Uzay Şahîn: Îrfan ji bo Taksîm bi ewlehî hêzê bişînin ez serast dikim bo Uskudarê.
- Albay Sadik Cebecî: Li teşkîlata bajar a AK Partiyê 3-4 hezar kes hene piştgirî lazime.
- Yarbay Muammer Aygar: Du tank û du ZPT gihîştin pireya duyemîn pirsgirêk tuneye.
- Bînbaşî Murat Yanik: Ji Hewayê Albay Gumuş diyar kir ku ji bo çapemeniyê ekîp întiqal dike.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Li hemberî kesên kom dibin, polêsên li dijî hêzên eskerî disekinin bi çek û tankan va bi awayekî tund bila mudaxale bê kirin. Albayê min Sadik mekan kêder e.
- Albay Sadik Cebeci: Meqam.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Ez dibêjim Serokatiya Bajêr a AKPê
- Bînbaşî Murat Yanik: Selîmiye 4 ZPT hatin.
- Yarbay Muzaffer Duzenli: Em hêzan bi kêr bikarbînin, ji deverên li benda teqwiyeyê ne ra teqwiyekirin lazim e.
- Albay Sadik Cebecî: Dema ji pireya Unkapaniyê derbas dibî ber bi aliyê Taksimê va li aliyê çepê li rû halicinê.
- Albay Ahmet Zekî Gerehan: Ewlehiya Bajarê Stenbolê Fermandariya Lîwaya 66emînê dikişîne? Fermandarê Taburê emir daye, selîm agahî da.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Li navenda qeyrana Stenbolê walî, fermandarê artêşê û 23 hemû li wir bûne.
- Yuzbaşî Mehmet Turk: Em hatin texma Vatanê ji bo dîtina ekîbê em hewl didin.
- Albay Ugur Coşkun: Ji ser înternetê nûçeyên wek dibêjin Serokê Sererkaniyê hatiye binçavkirin hene û bi wan tê xwestin tesîrê li ser personel bikin. Tewdîr dikarin bên hildan?
- Yuzbaşî Şakîr Çinar: Sabîha Gokçen ji ber trafîka sivîl em nikarin bikevin nîzamiyeyê. Ji xeynî vê jî Polêsên Tevgera taybet ji cendermeyan ra gotine ku emê şer bikin. Emê trafîka sivîl vekin û şer bikin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Polês gelên sivîl bi kar tînin, li hemberî esker berxwedan heye ji hewayê piştgirî mimkun e.
"Telîmata ji Enqereyê hat: Lêxin"
- Albay Uzay Şahîn: Hevalno her tişt wek ku hatiye plankirin dimeşe. Lazim e ev têlevizyon bên bêdengkirin.
- Yarbay Ugur Coşkun: Li Sakaryayê ji mizgeftan anons dikin û gazî gel dikin ji bo piştgiriyê ji navçeyan jî alîkarî dixwazin, piştgirî lazim e. Serokê serkanê herêma Cendermeyan emir daye Cendermeya Sakaryayê ku bila guh nedin emiran û gel bi ser yekîtiyan va tên bi lez û bez piştgirî lazim e.
- Albay Uzay Şahîn: Heke hewce dike li Vatanê (avahiya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajarê Stenbolê) xin.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Lazim e ji balafirgehê nevegerin
- Albay Muslum Kaya: Medya didome.
- Albay Uzay Şahîn: Tankên ku girê Çamlicayê dibînin bila antênan bixin, Îrfan tu dikarî herî Çamlicayê lêbidî?
- Albay Muslum Kaya: Li TRTyê şov heye. Rewş normal e.
- Albay Zeki Atmaca: Lazim e em herin navenda xetên qontrolkirina antêna û xetan bibirin.
Yarbay Muzaffer Duzenlî: Ez emr dişînim. Kesên ku kombûn em ê bi guleyan bersivê bidin wan. Piştî guleberdanê kom belav.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Ji mizgeftan weşanên navendî dikin.
- Albay Ahmet Baykal: ÎMKB ha ha bikeve, der şikandin.
- Albay Muslum Kaya: Lazim e em weşanan bibirin.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Hevalno bêteredût em ê midaxela bikin.
- Albay Muslum Kaya: Mizgefta Aricilarê me da huşkirin.
- Bînbaşi Murat Yanik: Ji Enqerê telîmat: Wê gule bên agirkirin.
- Bînbaşı Mehmet Murat Çelebîoglu: Fermandarê min, dibêjin gel jî çêk hildane. Eger gel nêzî me bibe, ewil em ê gule berdin hewa, paşê erdê û paşê jî berdin wan.
- Albay Uzay Şahîn: Kesên ku li beriya teşkîlata AK Partiyê û we aciz dikin, lêxin.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Serhildanên sivîl yên ku li dijî hêzên leşkerî derdikevin hûn dê midaxeleyên tund bikin.
- Albay Uzay Şahîn: Saziyên weşanê dikin yên ku piştgiriyê didin, telîmata lêdanê bidinê.
- Bînbaşi Mehmet Karabekir: Morala xwe xirab mekin, heta dilopek xwîn di canê me da hebe emê dewam bikin.
- Albay Muslum Kaya: Li Taksîmê gel alîkariyê dide?
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Bi heman awayî, bi awayekî tundtir midaxale bikin.
- Albay Ahmet Zekî Gerehan: Ji bo NTVyê ekîbek çû Selîmiyeyê, heke wesayîta hewayê hebe ekîba ku midaxaleyî medyayê bike heye.
- Albay Muslum Kaya: Li Taksîmê hatine dorpêçkirin yên me guleya berî wan didin.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Lazim e weşana mizgeftan bê qutkirin
- Albay Sadik Cebecî: Teşkîlata AKPyê ya bajêr di rê da ye
- Albay Ûzay Şahîn: Destûra derbasbûnê nedin, guleberdan serbest e.
- Albay Osman Akkaya: Dixwazin ji Payrampaşayê polêsan bişînin, baldar bin.
- Bînbaşi Mehmet Mûrat Çelebîoglu: Ji Bayrampaşayê wê polêsek jî dermekeve.
- Yarbay Muzaffer Duzenlî: Bi tu awayî wê ji Bayrampaşayê polês dernekevin teşkîlatên AKPyê bidine sekinandin çi hewce dike.
"An teslîm bibin an jî birevin"
- Serdar Mehmet Murat Çelebioglu: Fermandarê min, em ji bo xwe parastinê hewl didin. Kî dikare bi çi awayî li heyatê bimîne bila wisa bike. Mehmet Turk tedbîr hildin, bila kes nemire. Min ji Enqereyê piştrast kir.
- Bînbaşi Murat Çelebîoglu: An teslîm bibin an jî birevin.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Serê mar jêkirin?
- Bînbaşi Mehmet Karabekir: Ez herim Artêşa 1emîn?
- Bînbaşi Mehmet Murat Çelebioglu: Fermandarê min tu yê çawa li heyatê bimînî ji bo 65an jî heman tişt?
- Albay Cemaleddîn Dogan: Tabûra ku min ji Lulebûrgazê şandibû nikaribû ji berîqata polêsan derbas bibe. Polêsan Fermandarê Tabûrê qefaltiye.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Murat xebat îptal bûn?
- Bînbaşi Mehmet Murat Çelebioglu: Erê fermandarê min.
- Albay Cemaleddîn Dogan: Divê di demeke kin da ji hewayê va hin tiştên asîmetrîk bêne kirin, bereksê vê wê problem mezin bibe.
- Bînbaşi Muammer Aygar: Em ji vir herin?
- Bînbaşi Mehmet Murat Çelebioglu: Erê fermandarê min herin.
- Albay Cemaleddîn Dogan: Em birevin?
- Bînbaşi Mehmet Murat Çelebioglu: Fermandarê min, hûn zanin me hê biryara xwe nedaye. Lê em ji lokasyona xwe veqetiyan. Ez komê digirim, dixwazî hemû peyaman jê bibe.
news_share_descriptionsubscription_contact
