İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
GAZÎANTEP
Celal Erdonmez neqşên Antebê ku keçikên Gazîantebî ji xwe ra dikin cihêz, çêdike.
Erdonmezê 48 salî ji ber nebûna derfetên aborî neçûye zanîngehê û ev kar ji diya xwe hîn bûye û ji xwe ra kiriye pîşe. Erdonmez nêzî 40 salî ye vî karê neqşê dike.
Her çend derdora wî tiranê xwe pê bikin jî Erdonmez di vî karî da bûye pispor û Wezareta Çand û Turîzmê di şaxa hunerên destan da kartê danasînê jî dayê.
Erdonmez li ser kolana Karagozê di dikaneke cihêzan a 7 mêtreqareyî da karê xwe dike û berên "Neqşa Antebê" him difroşe him teşhîr dike.
Hosteyê neqşa Antebê Celal Erdonmez daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku piştî lîseyê ji ber ku wî zanîngeh nexwed, bi israra diya xwe va dest bi vî karî kir.
Erdonmez daxuyand, ji ber ku rewşa wan aboriyê baş nebû, ew neçû zanîngehê û pêşiyê çiraxtî û firoşkariya seyar kir, paşê diya wî "Neqşa Antebê" hînî wî kir û wî paşê dest bi vê hunerê kir.
Erdonmez diyar kir, wî piştî ku dest bi vî karî kir derdora wî tiranê xwe pê kir û wiha dewam kir:
"Eqrebayên min jî tiranê xwe bi min kirin û ji min ra gotin 'ev karê jinan e, tu çawa vî karî dikî'. Diya min wê demê ji min ra got, 'tê vî karî bikî û bifroşî'. Jinên ku şofêrtî û lastîkcîtiyê dikin hene. Xwedê ev jî nesîbê min kir. Li ber destê min gelek kes hînî vî karî bûn. Vê gavê kesên ku min dibînin pir kêfxweş dibin. Rizqê min jî di karê Antebê da ye. Wezareta Çand û Turîzmê di şaxa hunerên destan da kartê danasînê jî da min. Ango min hunera xwe jî tescîl kir."
Erdonmez bal kişand ku karê wî pir zehmet e û wiha dewam kir, "Ji bo odeyekê taximeke neqşa ku ez çêdikim nêzî sal û nîvekê dewam dike. Em pêşiyê karê xwe di hişê xwe da disêwirînin. Em li ser qumaşê hevrîşim, krep an jî keten bi tayê hevrîşim va nîqaran dineqişînin."
Erdonmez diyar kir ku ew pir ji karê xwe hez dike, çi qas destê wî were wê vî karî bike.