Xalîçeya Qersê ya îşareta coxrafî hildaye bi destê jinên Qersî ji nû va tên çêkirin
Kars
Li Qersê, jinên ku di bin banê kursên şaredariyê da tên cem hevdu, xalîçeya Qersê ya îşareta coxrafî hildaye û li ser motîf û neqşên Qafqas hene û êdî li ber windabûnê ye ji nû va çêdikin û mîrata çandî diparêzin.
Di çarçoveya "Bernameya Piştevanî û Pêşvebirina Civakî yên li Anadoluyê (SOGEP)" ya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da, Şaredariya Qersê "Li Mala Namik Kemal Atolyeya Berên Herêmî" vekir.
Di navbera Ajansa Pêşvebirinê Serhat (SERKA) û şaredariyê da protokolek hat çêkirin û Mala Namik Kemal a êdî hatibû ji bîr kirin, ji bo ber û berhemên herêmî hat vekirin.
Li vê derê 18 jin xalîçeyên ku li ser nexşên Qafqas hene çêdikin.
- Moçkên li ser çûk, qiloçên gîskan û şiklên geometrîk hene çêdikin
Xalîçeyên ku kompozîsyona wan madalyone çêdikin û wan bi moçkên çûkan, qiloçên gîskan û şiklên geometrîk dineqişînin.
Jin li vir him moçkên li ber windabûnê ne ji nû va li ser xalîçeyan dineqişînin, van xalîçeyan difroşin turîstan û him jî ji bo butçeya malbata xwe tevkariyê dikin.
Şaredar Otuken Senger ji nûçegihanê AAyê re peyivî, "Em hewl didin kursiyerên me moçkên hatine jibîrkirin ji nû va li ser xalîçeyan çêbikin. Armanca me ew e ku moçk ji bîrê neçin û ji bo nifşên nû bimînin."
