Nihat Kavşut
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Amerîka çi dike bira bike û kî çi dibêje bira bibêje, divê Tirkiye ji bona heq, edalet, hiqûq, pêşeroj û ewlehiya mezlûman bikeve rojhilatê Feratê û çi hewce dike jî bike."
Bahçelî di Civîna Koma Meclisê ya MHPyê da axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî di xeberdana xwe da ji bona operasyona li rojhilatê Feratê da wiha got: "Amerîka çi dike bira bike û kî çi dibêje bira bibêje, divê Tirkiye ji bona heq, edalet, hiqûq, pêşeroj û ewlehiya mezlûman bikeve rojhilatê Feratê û çi hewce dike jî bike."
Bahçelî ji bona daxuyaniyên John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Sipî yên der barê Sûriyeyê da jî wiha axivî: "Tirkiye wek dewleteke desthilatdar û serbixwe çi bike wê ji te û patronên te bipirse? Ev bêhedî û bêsiyanetiyeke çawa ye? Eleqeya mutefîqên we yên ku qesabên însanan in û bêbextên cudaxwaz in bi xwîşk û birayên me yên Kurd ra tuneye. Ew terorîst, kujer û hov in û li ku derê bên dîtin îmhekirina wan wacib e."