29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
MARDÎN
Li Mêrdînê piştî barîna berfê çaraliyê bajêr bi berfê xemilî û dîmenên gelekî xweş derketin meydanê.
Li bajêr ev 2 roj e ku li erdê berf heye û hin caran dibe sedema tengasiyan û Kelha Mêrdînê û cihên din ên dîrokî di bin berfê da man.
Berfê ser mizgeft, medrese, dêr û keşîşxaneyên dîrokî yên li bajêr bi rengê xwe spî kir û menzereyeke xweş derket meydanê.
Tûrîstên li bajêr bûn jî ev dem wek firsend dîtin û wêne kişandin.
Ji ber berfê rêya 80 tax û gomên ser navçeyê girtî ne û ji bo vekirina wan jî ekîbên şaredarî û rêbejê dixebitin.