Tirkiye

Muzeya ku terorîstan şewitandibû hat vekirin

Muzeya Ziya Gokalp a ku 4 sal beriya vê li Sûra navçeya Diyarbekirê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû şewitandin piştî xebatên restorekirinê qediyan, hat vekirin

Fatih Gazioğlu  | 13.12.2018 - Rojanekırın : 18.12.2018
Muzeya ku terorîstan şewitandibû hat vekirin

Diyarbakir

DİYARBAKIR

Muzeya Ziya Gokalp a ku 4 sal beriya vê li Sûra navçeya Diyarbekirê ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû şewitandin piştî xebatên restorekirinê qediyan, hat vekirin.

Muzeya Ziya Gokalp bi hevkariya Wezareta Çand û Tûrîzmê û Yekîtiya Acenteyên Seyahatê ya Tirkiyeyê (TURSAB) hat restore kirin.

TURSABê ji bo xebatên restokirina muzeyê milyonek û 814 lîre xerc kir û muzeyê di sala 2016an de teslimî wezaretê kir. Wezareta Çand û Tûrîzmê jî kêmasiyên muzeyê yên din temam kir û qasî milyon û 490 hezar lîreyî mesref kir. Muze ev demeke xizmetê dide welatiyan.

Ji welatiyan Suna Kaymakê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di bûyerên 6-7ê cotmeha sala 2014an da muzeyê zirarek mezin dîtibû û wiha axivî: "Di êrîşan da ji bilî mekteb û awahiyan Muzeya Ziya Gokalp jî zirar dîtibû. Niha şikur hat restorekirin. Ez gelekî kêfxweş bûm. Eynî mîna berê hatiye çêkirin."

Ji welatiyan Gunay Yayê jî got ew ji ber restorekirina muzeyê gelekî kêfxweş e û spasiya rayedaran kir.

Şair Ziya Gokalp 23yê adara sala 1876an de li vê derê hat dinyayê. Muzeya ku berê mala Ziya Gokalp bû di sala 1956an tehsîsê Wezareta Çand û Tûrîzmê hat kirin. Mal piştî demekê din bi navê Ziya Gokalp wek muze hat îlan kirin. Di muzeyê 79 pirtûk û 15 berhemên etnografîk cî digirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın