18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Bi hezaran welatiyên Sûriyeyî piştî ku cih û warên wan ket bin kontrola rêxistinên terorê ji ber zordestî û muameleya xerab, warên xwe terikandin û xwe spartin Tirkiyeyê. Welatiyên Sûriyeyî li hêviya wê rojê ne ku wê vegerin ser axên xwe.
Malbatên Sûriyeyê yên ku ji ber zilma rêxistinên terorê reviyan wek çare xwe spartin Şanliurfaya bajarê Tirkiyeyê baş tên ezimandin û ji ber vê mêvanperweriyê dia dikin.
Sûriyeyên li Tirkiyeyê dixwazin axa wan ji rêxistinên terorê ra were paqijkirin û êdî vegerin malên xwe.
Ji Sûriyeyiyan Şuheda Osmanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 4 sal berê hatine Tirkiyeyê û li vê derê gelekî baş hatine xwedîkirin. Osmanê got wan li Sûriyeyê zilmeke mezin dîtiye û wiha axivî:

"Jinên Sûriyeyî piştî Tirkiye dîtin gelekî kêfxweş bûn. Jiyan ka çi ye me hemûyan li vê derê dît. Gelek kes çûn kampên li Libnan û Urdunê jî, lê me bihist ku jiyana li wan kampan gelekî zor û zehmet derbas dibe. Tirkiyeyê em gelekî baş pêşwazî kirin. Sûriyeyiyan li Tirkiyeyê xwe wekî însan hîs kir."
- "Em ê bi xatireyên xweş û baş vegerin Sûriyeyê"
Ji jinan Gayîde Necatê jî got ku ji ber şerê li Sûriyeyê bi 7 zarokên xwe ve xwe spart Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Li Sûriyeyê di êrîşa PKK/YPGya rêxistina terorê da mêrê min û 2 zarokên min hatin kuştin. Kesên ku beriya şer hatibûn Tirkiyeyê zehf pesnê vî welatî dabûn. Em wek penaber hatin Tirkiyeyê. Qedere me bû ev. Xwedê ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan razî be. Zarokên me li vê derê dixwînin. Bi saya Tirkiyeyê. Em ê bi xatireyên xweş û baş vegerin Sûriyeyê."