Nihat Kavşut
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
ANKARA
Erdogan: "AK Partî bi destê 60 endamên avakar li ser kaxizê hatiye avakirin, lê avakir û xwediyê wê gel bi xwe ye."
"Em zanin ku heke îman hebe derfet jî heye. Miletê me heta îro bi îmana xwe ji heqê gelek îxanet û dafikan hatiye der."
"Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin. Em ji wan ra dibêjin me lîstika we dît û em li meydanê ne."
"Em li ber kesên dinyayê diemilînin û ji xwe ra pergala refahê ava dikin serî natewînin û em ê netewînin jî."
"Em wisa bawer dikin ku miya kol helbet wê heqê xwe ji miya kel bistîne, em ê vê baweriya xwe jî bidomînin"
"Em teslimî kesên bi zahirî wekî hevalên stratejîk xuya dikin û di her gavên xwe da me ji xwe ra dikin hedefên stratejîk nabin û em ê nebin jî."
"Em tu hêzêke fanî ya ku bikaribe li hemberî vî miletê hanê yê him wêrek û him jî biaqil bisekine, nas nakin. Bila tu kes ji bo ku bi vî miletî, bi vî welatî bileyîze hewl nede. Em miletekî wisa nin ku dibêjin 'yan wê bibe û yan jî em ê bimirin' û bi vê nêrînê ber bi hedefa xwe va dimeşin."
"Em careke din gazî dikin; hûnê bi ser nekevin, nikaribin miletê me ji hev biqetînin, hûnê nikaribin sewtika ezanan sar bikin, hûnê nikaribin alaya me daxin û dewleta me xera bikin, hûnê nikaribin pêşiyê li pêşketina Tirkiyeyê bigirin, hûnê nikaribin rê li me bigirin da ku em negihêjin hedefên xwe. Lewra em Tirkiye ne, lewra em miletê Tirk in, lewra em Misilman in, lewra em dengê hevpar ê mirovahî û wijdanê ne."
"Bi fikra ewlehiya sînorên Tirkiyeyê li dervayî sînor dest pê dike me operasyon dan destpêkirin û wê bi berfirehî dewam bikin."
"Em bi biryar in talûke û gefên ji Sûriye û Iraqê dijî welatê me tên ji kokê va biqedînin."
"Berê li Cerablus û El Babê, duh jî li Efrînê me çi kiribe em ê ji Sirûcê heta Cizîrê li ser sînorên xwe heman tiştî bikin."
"Ez ji dil bawer dikim tengasiyên di rojên dawîn da diqewimin wê ji me ra deriyên firehiyê yên nû û mezin vekin."