Nihat Kavşut
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
MARDÎN
Malbata Akdemir ya Suryanî ku li Omerliya navçeya Mêrdînê dijî qederê 200 sal in karê hesinkariyê dike.
Cemîl Akdemirê (40) tevî dê, xanim, 4 zarok û 2 birayên xwe yên astengdar li Omerliyê dijî karê bav û kalên xwe berdewam dike.
Akdemirê kesê dawîn e ku li Omerliyê karê hesin berdewam dike dixwaze vî karî fêrî 2 kurên xwe yên biçûk bike.
Cemîl Akdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di 10 saliya xwe da li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bûye.

Akdemir diyar kir bav û kalên wî qederê 200 sal in bi karê hesin ra mijûl dibin û wiha got: "Ez li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bûm. Malbata me 6 nifş e vî karî dike. Ez bi kêfxweşî vî karê zehmet dikim. Meriv yan dibe aşiqê karekî yan jî dibe mihtacê karekî. Em bûne aşiqê vî karî. Karê hesin bûye sembola malbata me."
Cemîl Akdemir destnîşan kir dixwaze vî karî ferî kurên xwe bike û wiha peyivî: "Heta ji destê me were em ê vî karî berdewam bikin. Ji bona zarokên min jî vî karî bikin çi ji destê min were ez ê bikim."
Akdemir diyar kir li ser tevir, bêr, bivir, das û tevrikên çêdike sembola malbatê dineqşîne û wiha got: "Em li ser tiştên ku nû çêdikin jî vê sembolê dineqşînin. Ev nîşan dide ku ev berhem ji destê me derketiye."
Cemîl Akdemir destnîşan kir ku li Mêrdînê gelek netewe dijîn û gelek ziman û bawerî hene.