Abdullah Tel
2017 ж. 30 қазан•Rojanekirin: 2017 ж. 30 қазан
ANKARA
Lijneya Wezîran di bin serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da dest bi civînê kirin.
Civîn li Qesra Çankayayê di saet 14.25an da dest pê kir.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Parastinê Nurettîn Canikli û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan ji ber ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra çûn Azerbaycanê beşdarî civînê nebûn.