Önder Beyter
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê piştî ku hewa germ bû, tûrîstên biyanî û xumalî hatin bajêr û herwiha ligel van tûrîstan, xelkê bajêr jî ji bo ku xwe hênik bikin, diçin plajên tebiî yên ku li qeraxê Ava Mûnzûrê û Ava Pulumurê hatin verastkirin.
Li bajarê Tunceliyê ku ev demek e bi werzişên avê û xwezayê tê rojevê, kargeriyên xumalî li rexê çeman plaj çêkirin ku li van deran dîmenên wiha derdikevin holê ku ji plajên navdar yên Tirkiyeyê kêm nînin.
Li Tunceliya ku qedera 900 mêtroyî ji asta behrê bilindtir e, welatî li rexê herdu çemên navborî xwe hênik dikin, li ser şezlongan xwe didin tavê û herwiha kêfa hewa û xwezayê dikin.
Derya Goktaş ku ligel malbata xwe ji bo betlaneyê hatiye Ava Mûnzûrê, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew li Wiyanayê dimîne û herwiha ji bo betlaneyê ew hersal tê Tunceliyê û dikeve Ava Mûnzûr û Ava Pulumurê.
Goktaşê bal kişand ku xwezaya Tunceliyê hêja ye ku mirov lê bigere û bibîne û wiha dewam kir, "Ev hefteyek e ez li vê derê me. Ez hersal seba betlaneyê ligel zarokên xwe têm Tunceliyê. Mirov, xweza, ava paqij û dîmen pir xweş in. Tuncelî ciyekî newaze ye ku divê mirov were û bibîne."
Mîne Gîdîl ku li bajêr wekî teknisyena tibê ya bilez kar dike, diyar kir ku ev 6 sal in ew li Tunceliyê peywirê bi cih tîne û herwiha ew ji xebata xwe ya vê derê xweş e û wiha got, "Kengî firsenda min çêdibe, ez diçim û di herdu çeman da jî avjeniyê dikim. Ev der ciyekî pir xweş e. Ev 6 sal xilas bûn ku ez li vê derê dişixulim, lêbelê ez dkarim bêjim ku niyeta min tuneye ku ez ji vir biçim."