02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
İSTANBUL
Li termînala Stenbolê ya geştiyariyê agir derket û 2 otobêsên aîdî şirketeke taybet şewitîn, pert bûn.
Li termînala Bayrampaşaya Stenbolê 2 otobêsên li kêleka hev parkkirî ji ber sedemên nediyar şewitîn û agirê ku derket bû cihê tirsê.
Piştî agahiya agirkujiyê agir kete bin kontrolê û polês jî hatin cihê bûyêr.
Ji bo zanîna sedemê agir xebat hat destpêkirin.
Herwiha ji bo geştiyar di bin tesîra dûkel û dûmanê de nemînin otobês qederekê li rawestgehên termînalê nesekinîn.