Sevim Hatun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ÎDLIB
Li Îdliba dikeve aliyê bakûrê rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa asîmanî birin ser çewlikekê ku sûriyeyiyên ji cih warê xwe bûne dimînin di êrîşê de 6 zarok mirin, 8 sivîl birîndar bûn.
Leys el Farisê ji rayedarên parastina sivîl ên li Îdlibê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, balafireke şer çewlika lê sûriyeyiyên koçber dimînin a li herêma Neyraba dikeve aliyê bakûrê bajêr, bombebaran kir.
Farîs got ku di êrîşê de 6 zarok mirin û 8 sivîl birîndar bûn, herwiha hê nehatiye tespîtkirin ku balafir a kîjan miletî ye.
Birîndaran rakirin nexweşxanyên sahrayê yên li herêmê.