14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku rayedarên eskerî yên Amerîka û Tirkiyeyê ji bo Plana Sepanê ya Minbicê li hev kirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û ragihand ku rayedarên Tirkiye û Amerîkayê di çarçoveya Prensîbên Ewlehiyê û Nexşerêya Minbicê da ku berê li serê lihevkirin pêk hatibû da li Baregeha Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê ku li Stuttgartê ye di 12-13ê hezîranê da civînek kirin.
Di civînê da ji bo Plana Sepanê ya Minbicê ku rayedarên eskerî yên Tirkiyeyê û yên Amerîkayê li serê dixebitin da lihevkirin pêk hat.
Biryar hat dayîn ku metnê Plana Sepanê ya Minbicê pêşkêşî meqamên payebilind ên herdu welatan bê kirin.
- Nexşerêya Minbicê
YPG/PKKyê di tebaxa sala 2016an da bi piştevaniya Amerîkayê va Minbica navçeya Heleba bajarê Sûriyeyê ku herî kêm ji sedî 90ê nifûsa wê ji ereban pêk tê ji DEAŞa rêxistina terorê stendibû.
Amerîkaya ku bi hinceta têkoşîna li dijî DEAŞê piştevaniya dida YPG/PKKê piştî navenda navçeyê ji DEAŞê hat paqijkirin garantî dabû Tirkiyeyê ku wê YPG/PKK ji wê derê derbikeve lê sozê xwe bi cih neanîbû.
Di hevdîtina ku 4ê hezîranê navbera Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ra hat kirin da nexşerêya ku wê ewlehî û îstiqrara Minbicê pêk bîne hatibû erêkirin.