Haydar Şahin
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Rojên Bidlîsê ya 4an li qada çalakiyan a Meltepeyê ya Stenbolê dest pê kir. Li stand û konên li qadê hatin vekirin dexl û denê herêmî, xurekên organîk, xwarinên herêmî, berhemên destkariyê tên pêşandan.
Walîyê Bidlîsê Îsmaîl Ustaoglu, parlementerên AK PartIyê yên Bidlîsê Vahît Kîler û Cemal Taşar, rêvebirên saziyan, nûnerên komeleyên hemşehrîtiyê welatî beşdarî merasima vekirina Rojên Bidlîsê bûn.
Kîlerê Parlementerê Bidlîsê yê AK Partiyê diyar kir ku îsal cara 4an Rojên Bidlîsê li dar dixin, Bidlîsê tînin Stenbolê.

Kîler destnîşan kir ku xêncî şaredarî û qaymeqamtiya Bidlîsê esnaf û hilberîneran jî tevkarî dan çalakiyê û beşdarî çalakiyê bûn û wiha axivî: "Bi walîtî, şaredarî, zanîngeh, folklor, însanên xwe va Bidlîsa me li vê derê ye. Em ê bi berhemên organîk va Bidlîsê bi her kesî bidin nasîn. Dirûşmeya vê jî "Cînarê xwe jî hilde were" ye.

Kîler diyar kir ku hemû dexl û denê wan organîk in, hingiv û guzên Bidlîsê anîn vê derê û wiha pê da çû:
"Li Bidlîsê fistiq hêşin dibin. Dema dibêjin findiq Ordî tê bîrê lêbelê li Hîzanê her sal 600-700 ton findiq tê komkirin. Van findiqan jî bi taybetî bazirganên ji Ordiyê tên dikirin. Birinc, fasulye, nok, kartol, titûn jî li Bidlîsê tên ajotin. Kesên ku Bidlîs nedîtine an jî firsend nedîtine herin Bidlîsê dikarin di nav 4 rojan da li vê derê xweşikahiyên Bidlîsê bibînin, xwarinan tehm bikin û çandê bibînin. Ziyaretvan dexl û denê organîk bi bihayê giran nakirin, dexl û denê li vê derê rasterast ji cotkaran tê kirîn û bihayê wan jî zêde nîne."
- Biryana Sêrtê an biryara Bidlîsê?
Kîler bal kişand ser reqabeta ji bo "biryanê" ya di navbera Sêrt û Bidlîsê da û wiha axivî: "Biryana Sêrtê ji tendûrê derdixin diavêjin firinê, hişk dikin paşê serwîs dikin. Biryara Bidlîsê navêjin firinê, li ser agir jî nayê pijandin. Biryar bi ava binê xwe va dipije. Ji ber vê goşt zehf nerm dibe. Ya herî girîng jî ew e ku biryana Bidlîsê ji goştê bizinên cetûrî xwarine tê çêkirin. Goştê ku li vê derê bixwin jî goştê organîk ê Bidlîsê ye."