Ferizat Kaya
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
ANKARA
Li gorî agahiyan li ser kolana Babûra Altindagê otomobîl bi plaqeya 34 NE 666 ku nasnameya ajokar nediyar e li otomobîla Aykut Albayrak a bi pileqeya 06 YA 2392 ku ji hember dihat qelibî.
Di qezayê da ajokarê otomobîla bi pileqeya 34 NE 666, Aykut, Çîdem Albayrak û zarokê wan ê 4 salî Aras Albayrak birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên servîsa acîl a122yê hatin cihê bûyerê. Piştî mudexeleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e. Her wiha ji ber qezayê du otomobîl û mînîbuseke li kêleka rê sekinandî bûn jî xisarê dîtîn.