Önder Beyter
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
İSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Akdag got ku avakirina "Lijneya Bilind a Dijî Mubtelabûnê" nêzîk e û di bin sîwana wê da jî wê grûbên dijî mubtelabûna "hişbir", "cixare", "alkol" û "teknolojî"yê bên damezirandin.
Akdag got bi tevdîran rêjeya kişandina cixareyê ji sedî 32an daket 27an, lêbelê dîsa derket 30î û wiha dewam kir: "Bi tevdîran wê kêmtir bibe. Em mecbûr in ku kontrol bikin."
Akdag got ewê li bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Îzmirê di ava ku hatiye bikaranîn ya berşoyê de li şopa hişbir û madeyên hişbirê bigerin.
Alîkarê Serokwezîr Akdag der heqê îdiaya li Meletiyê îşaret danîne ser hin malan da wiha got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Çawa ku heya niha dihat kirin, ev mijar wê bi heman şêweyî û bi awayekî hesas bê lêkolînkirin û divê bê lêkolînkirin."