Muhammet Kurşun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr Recep Akdag, diyar kir ku piştî erdheja li Iraq û Îranê dê ekîba ji 70 kesan pêk tê ya xelaskirinê û tîmên tenduristiyê bi balafireke kargoyê ya aîdî Artêşa Tirkiyê ber bi herêmê ve dikevin rê.
Wezîr Akdag, ragihand ku piştî talîmata Serokwezîr Bînalî Yildirim demildest dest bi haziriya arîkariyan kirine.
Akdag got li ser daxwazên ji Iraqê bên xwe li gor senaryoya herî xerab amade kirine.
Akdag destnîşan kir ku ekîba ji 70 kesan pêk tê ya xelaskirinê û tîmên tenduristiyê bi balafireke kargoyê ya aîdî Artêşa Tirkiyê ber bi herêmê ve dikevin rê. Akdag got dema xeber ji Iraqê hat dê ekîb herin herêmê.
Li ser balafirgeha ku dê balafir heriyê Akdag got Wezareta Derveyî vê pêvajoyê dimeşîne.
Herwiha diyar kir ku kirina referandûma serxwebûnê li ber gihandina arîkariya însanî ne astengiyek e.