İbrahim Atmaca
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Hesenkêfa navçeya Batmanê berhemên dîrokî yên ku dikevin nav sehaya gola Bendava Ilisuyê, yek û yek tên barkirin.
Di çarçoveya Xebatên Parastin û Xelaskirina Heyberên Çandî ya Projeya HESê ya Bendava Ilisuyê da par li Tirkiyeyê cara ewil ji qada gola bendavê Tirbeya Zeynel Beg hat barkirin, dû ra Hemama Artukluyê, Tirbeya Mele Ebdullah û Deriyê Navîn ê Keleha Hesenkêfê bi serkeftî hatin barkirin.
Ji bo barkirina berhemên dîrokî yên din xebat didomin. Berhemên ku nayên barkirin jî wê di cî da werin parastin û yeke mînanê wê were çêkirin. Ji bo mizgeftên Er-Rizq, Silêman Xan, Keç û Koçê pêvajoya xebatên parastin û barkirinê dewam dike.
Di vê çarçoveyê da kanî û deriyê dîrokî yê Mizgefta Silêman Xan ku di sala 1407ê da ji aliyê Silêman Xan va hatiye çêkirin, wê were barkirin.
Ji ber ku ne pêkan e mizgeft hemû di carekê da were barkirin, kevirê minareya wê ya ku 36 mêtre bilind e jî jê tên vekirin. Heta niha gelek kevir jê hatin vekirin û barî Arkeoparka li Qada Parka Çandî ya Hesenkêfê kirin.
Midûrê Herêma 16em a DSÎyê Alî Nacî Kosali ji nûçegihanê AAyê ra got ku kevirên minareyê wê jê werin vekirin, deriyê dîrokî û kanî jî wê di carekê da bi tevahî werin barkirin.
Kosali diyar kir ku heta dawiya salê berhemên dîrokî yên din jî wê barî cihê wan ên nû bikin.