26 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Şirnexê terorîstan bi roketavêjê êrîşî ser înşeata kalekola ku avakirina wê hê jî didome kirin û li ser vê jî dijî wan operasyon hat lidarxistin, yek jê jin du terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudaxwaz di saet dora 00.35an da 3 roket avêtin înşeata kalekola li texma herêma Eldeya ser Taxa Altinsuyê ye.
Hat gotin ku ji ber êrîşê tu zirar çênebû û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ekîbên Herekata Taybet a Polêsan ji bo mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz biqefêlin operasyon dan destpêkirin. Hêzên ewlehiyê di encama lêkolîn û şopandinê da yek jê jin du terorîst berteref kirin. Li herêmê operasyona berfireh a ku leşker, cendirme û polês cih digirin dewam dike û xebatên ji bo qefaltina mensûbên rêxistinê tên meşandin jî didomin."