Tirkiye

Li Sîlvanê fitara bi 2 hezar kesî

Li Sîlvanê ji bo 2 hezar kesî sifreya fitarê hat danîn.

Haydar Şahin  | 26.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
Li Sîlvanê fitara bi 2 hezar kesî

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê ji bo 2 hezar kesî sifreya fitarê hat danîn.

Şaredariya Sîlvanê bi tevkariya Şaredariya Gebzeyê li navenda navçeyê li pêşiya Mizgefta Selaheddîn Eyûbî bernameya fitarê li dar xist.

Adem Çelîkê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Sîlvanê li vê derê axivî û got, "Ji ber ku îro hatin ser sifreya ku Şaredariya Gebzeyê û Şaredariya Sîlvanê bi hev ra danîn, ez ji we ra sipas dikim."

Çelîk got ji bo guherîna Sîlvanê çi ji destê wan tê dikin û wiha pê da çû: "Car caran em bi we ra tên ba hev û em ê van hevdîtinan bidomînin. Em ji Şaredariya Gebzeyê ra sipas dikin ku îro li vê derê bi me ra li ser vê sifreyê ne."

Adnan Koşkerê Şaredarê Gebzeyê jî di axaftina xwe da wiha got:

"Ev sifreya dostî û biratiyê ye, sifreya hewcedariyê nîne. Ji ber ku di vê remezana pîroz da bi gelê Sîlvanê ra li ser vê sifreyê fitara xwe vedikin em zehf kêfxweş in."

Rêvebirên saziyan, xebatkarên şaredariyê, midûrên yekeyan û welatî beşdarî bernameya fitarê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın