18 Tebax 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
MARDÎN
Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu der barê Rojnameya Ozgur Gundemê da ku bi hinceta propagandaya rêxistina terorê dike bi destê dadgehê hat girtin da wiha got: "Li gor min Ozgur Gundem weşana PKKyê ye. Kesên ku rêxistinê îdare dikin tê da dinivîsandin. Li tu dereke dinyayê rojname cî nadin nivîsên kesên ku rêxistina terorê îdare dikin."
Mîrogluyê ku çû serdana Midûriyeta Şaxa Mêrdînê ya Saziya Îlan û Çapmeniyê û pirsên der barê girtina Rojnameya Ozgur Gundemê da bersivand.
Orhan Mîroglu diyar kir ku Ozgur Gundem weşana PKKyê û wiha dewam kir: "Ozgur Gundem nikare di rûpelên xwe da cî bide rêxistineke ku tundî û terorê dike. Nikare di quncikên xwe da cî bide. Li gor fikra min ev azadî nîne. Azadiya medyayê ya her kesî ye. Lê tişta ku Ozgur Gundem dike tiştekî wisa nîne."
Mîroglu got ku weşangeriya azad tu eleqeya xwe bi propagandaya terorê ra tuneye û wiha xeberda:
"Li gor min Ozgur Gundem weşana PKKyê ye. Kesên ku rêxistinê îdare dikin tê da dinivîsandin. Li tu dereke dinyayê rojname cî nadin nivîsên kesên ku rêxistina terorê îdare dikin. Demokrasiya Ewropayê jî evqas bêsînor nîne. Navê vî demokrasî felan jî nîne."
Mîroglu bal kişand ku Ozgur Gundem, rojnameyeke sivîl nîne û kurd wê dernaxin û wiha got, "PKK rojnameyê fînanse dike û piştgiriyê didê."
Herwisa Mîroglu got ku tiştekî xelet e, kengî qala kurdan were kirin, HDP bê hişê merivan.