Türkan Tosun
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
ANKARA
Li Kirşehirê otobêseke rêwiyan wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 3 kes mirin û 35 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan a ku ji Kirşehirê diçû Enqereyê, plaqa wê 62 AR 671 e û nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e, nêzî navçeya Akpinarê ji ber berf û bagerê ji rê derket û wergeriya.
Paşê ekîbên Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Bajêr (AFAD), Ekîba Xelaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), ambulans û cendirme sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da li gor kifşkirina ewil 3 kes mirin, 35 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Rêya Enqere û Qeyseriyê ji ber berf û bagerê seba çûyîn hatinê girtin.

Li Şereflîkoçhîsara navçeya Enqereyê otobêseke rêwiyan welgeriya, 20 kes birîndar bûn.
Otobêsa şofêrê wê Seyfettîn T. û plaqeya wê 33 APJ 32 bû li ser rêya Enqere-Şereflîkoçhîsarê di kîlomêtroya 118emîn da ji ber berfê welgeriya.

Di qezayê da 20 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Şereflîkoçhîsarê.