Nihat Kavşut
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Trêna bilez ya sefera Enqere-Konyayê dikir ber destê sibehê li navçeya Yenîmahalleyê li rawestgeha Marşandizê qeza kir.
Gorî agahiyan derbasoka jor ya ku trên lê qelibî bi ser vagonan da hat xwarê.
Li gor agahiyan di qezayê da gelek rêwî birîndar bûn û ekîbêb serwîsa 112, îtfaiye û UMKEyê midaxele kirin.
Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn destnîşan kir di qezayê da 4 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn.
- Ji bona qezaya trênê ya li Enqereyê lêpirsîn dan destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Eqereyê der barê qezaya trêna bilez ya li Enqereyê qewimî da lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Eqereyê hat diyarkirin ji ber ku trêna bilez ya sefera Enqere-Konyayê dikir ber destê sibehê li navçeya Yenîmahalleyê li rawestgeha Marşandizê qeza kir, lêpirsîn dane destpêkirin.
Hat destnîşankirin Serdozgeriya Komarê ya Eqereyê ji bona bûyerê 3 dozgerên komarê wezîfedar kir.
Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn destnîşan kiribû ku di qezayê da 4 kes mirine û 43 kes jî birîndar bûne.