Fatih Gazioğlu
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Trêna bilez ya sefera Enqere-Konyayê dikir ber destê sibehê li navçeya Yenîmahalleyê li rawestgeha Marşandizê qeza kir. Walîtiya Enqereyê destnîşan kir di qezaya trêna bilez ya li Enqereyê da yek jê makînîst 7 kes mirin û 3 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn li ciyê qezayê lêkolîn kir û daxuyanî da. Şahîn got ku qeza serê sibê saet 6.30an de çêbûye û di qezayê da 7 kes mirine û 46 kes jî birîndar bûne.
Şahîn got ku piştî qezayê wan tîmên UMKE, Serwîsa Bilez a 112 û AFADê bilez şandine ciyê bûyerê û midaxeleya ewil kirine.
Şahîn diyar kir ku xebatên tîman yên xilaskirinê li herêmê didomin û piştî xebat qediyan ew ê agahiyeke berfirehtir bidin.