Haydar Şahin
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ELAZIG
Li Elezîzê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 12 şikbar hatin derdestkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna li ser FETO/PDYê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê rêva dibe da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê operasyon birin ser kesên li ser wezîfeyê, ji wezîfeyê hatine dûrxistin û bi biryarnameya hikmê qanûnê va hatine îxrackirin.
Di operasyona ku birin ser navnîşanên hatibûn tesbîtkirin da 12 şikbar hatin binçavkirin. Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dikin.