Li Elezîzê minîbusek li otobêsa şaredariyê qelibî, 8 kes birîndar bûn

Elazig
Li Elezîzê di qezaya trafîkê da 8 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê S.Y. û plaqeya wê 23 ADM 633 li Xaçerêya Ordueviyê ya li Taxa Mustafapaşayê li otobêsa rêwiyan a Şaredariya Elezîzê ya ku şofêrê wê G.E. û plaqeya wê 23 AFH 643 e qelibî.
Di qezayê da 8 kesên di minîbusê da birîndar bûn.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê û polês hatin cihê bûyerê.
Ekîban birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.