Nihat Kavşut
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ADANA
Li Edeneyê êrîşkarê çekdar yê ku ket Şaredariya Çukurovayê 3 kes birîndar kir.
Gorî agahiyan li Edeneyê kesek bi çeka ku bi xwe ra anî ket avahiya şaredariyê û ji ber sedemên nayê zanîn gule berda û 3 kes birîndar kir.
Hat diyarkirin bi ambulansên hatin ciyê bûyerê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr û gelek polês jî hatin ciyê bûyerê.
Li gorî agahiyan polêsan êrîşkarê gule berda û peyra derket derva û çek kuta serê xwe qane kirin.
Polêsan êrîşkarê çekdar binçav kir.