01 Îlon 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê pankart, pirtûk û kovarên dereqanûnî hatin bidestxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Diyarbekirê operasyon bir ser Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin.
Di operasyonê da li avahiyê polêsan dest danî ser pankart, pirtûk û kovarên dereqanûnî.
Duh piştî nîvro dema ku Parlementerê Diyarbekirê yê berê yê Partiya Demokratîk (DEP) Hatîp Dîcle li ber mêvanxaneyê daxuyanî dabû çapemeniyê, postera serkirdeyê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalanê ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye bi avahiyê va hatibû daliqandin. Piştî hişyariya polêsan poster hatibû daxistin.