01 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêzên Esmanî yên Tirkan li dorbera Çukurcayê derketin operasyonê û di operasyonê da hedefên ku hatibûn tesbitkirin hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê li dorbera Çukurcayê operasyona esmanî hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "31ê tebaxa 2016an di saet 19.36-19.57an da li dobera Çukurcayê li ser îstixbaratê operasyon hat kirin û di operasyona esmanî da hedefên rêxistina terorê yên ku hatibûn tesbitkirin hatin îmhekirin."