26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
ANKARA
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di êrîşeke çekdarî ya terorîstan de 2 leşkerên ku giran birîndar bûbûn, di nexweşxaneyê de şehîd ketin.
Li ser malpera Sererkaniyê de hat daxuyandin ku li Liceyê di operasyonan de endamên rêxistinê êrîşî leşkeran kirin. Di êrîşê de 2 leşker giran birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin ku leşker di nexweşxaneyê de mirine û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Vê êrişê êş û kedereke kur berda dilê me. Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di vê êrîşê de mirine, bike. Xwedê sebrê bide malbat, eqreba û Hêzên Çekdar ên Tirkan. Bila serê gelê me sax be û Xwedê sebrê bide."