30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
MARDÎN
Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku di operasyonên li Dargêçîtê hatin lidarxistin de 32 terorîst hatin kuştin, 4 jê mirî û 3 jê birîndar 7 terorîst hatin qefaltin û 10 kesên hatin binçavkirin jî bi hinceta "endamên rêxistina terorê ya çekdar in" hatin girtin.
Walîtiyê di daxuyaniya ku weşand de bi bîr xist ku qedexeya derketina derve ya ku Qaymeqamtiya Dargêçîtê di 11ê kanûnê de ji bo ewlehiya can û malên welatiya îlan kiribû duh bi dawî bû.
Hat ragihandin ku ekîbên polês û cendermeyan bi hev du re operasyon birêvebirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di operasyonan de 32 terorîst hatin kuştin. 4 terorîst mirî û 3 terorîst jî birîndar hatin qefaltin, 10 kesên hatin binçavkirin jî bi hinceta sûcê ku "endamên rêxistina terorê ya çekdar in" ve hatin girtin. Di operasyonan de cil û berg, derman û belgeyên rêxistinî, 2 hezar kîlogram teqemeniya bo teqemeniyên destçêkirî, 7 keleş, 2 M16, tivingekeka nîşanê, tivinga bi makîneya bîksiyê, 5 tivingên nêçîrê, 26 çekên lûledirêj, debance, 3 roketavêj, 30 bombeyên dest, 60 guleyên roketavêjê, 3 bêtêl, 22 teqemeniyên ku di hundirê goka voleybolê de hatine amadekirin, dûrbên, êlegê hicûmê, 9 teqemeniyên bi destçêkirî, 2 laptop û 4 qamerayên ewlehiyê hatin qefaltin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mensûbên rêxistina terorê 41 rojket avêtin hêzên ewlehiyê û ji ber wan êrîşan 7 wesayîtên bi zirx zirar dîtin û daxuyaniyê bi van hevokan dewam kir: "4 polês birîndar bûn, ji 8 welatiyên ku birîndar bûn 2 hebên wan mirin. 25 barîkat hatin rakirin, 8 mekanîzmayên bombeyê hatin îmhakirin, 6 branda hatin rakirin, minîbos û remoqa ku wek barîkat dihatin bikaranîn hatin rakirin û hêzên ewlehiyê girt ser 110 navnîşanên ku wisa tê texmînkirin endamên rêxistinê bi kar dianîn."