Haydar Şahin
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
VAN
Li Behra Wanê ya ku gola herî bi sode û xoyê ya dinyayê ye ji xêncî încî kefaliyê masiyekî 5-6 santêmî ya di mikrobiyalitê da dijî hat dîtin.
Tîma Binê Avê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr dema li Behra Wanê perwerdeya binê avê dida di mikrobiyaliteke li 13 mêtre bilindahiyê da masiyeke zer dît.

Prof. Dr. Mustafa Sariyê Dekanê Fekulteya Behrevanniyê ya Zanîngeha Onyedî Eylulê ya Bandirmayê, Mustafa Akkuşê Hîndkarê Dr. yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Saygin Durayê wênekêşê binê avê xwe berî avê dan û dîmenên masiyê kişandin.
Sariyê ku ji mikrobiyalitê û masiyê nimune hilda li Fermandariya Botê ya Edremîtê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Behra Wanê ji xêncî încî kefaliyê masiyeke din jî dîtin, daneyên ku ji bo dîroka zanistê bibin not tesbît kirin.
Sari destnîşan kir ku ekolojiya golê cuda ye û ji ber vê cureyên biyolojîk zêde nînin.
Sari diyar kir ku di binê Behra Wanê da mikrobiyalitên herî mezin ên dinyayê hene, di dema xebatên li mikrobiyalitan da her tim daneyên teze dibînin.
Sari got di xebatên berê da xêncî încî kefaliyê cureyê masiyan nedîtin û wiha pê da çû: "Di xebatên me yên berê da cureya biyolojîk a Behra Wanê ji 103 cure fitoplankton, 36 zooplankton û încî kefaliyê pêk dihat. Ev tesbîta me ji îro pê va guherî. Li Behra Wanê 2 cure masî dijîn. Lewra me li Behra Wanê masiyekî li ser mokrobiyalitê dijî tesbît kir."
- "Bejna wê 5-6 santêm heye"
Sari diyar kir ku 3 meh e gelek caran xwe berî binê avê dan û wiha pê da çû:
"Masiyekî zehf piçûk e. Bejna wê 5-6 santêm heye. Li nava golê li ser mokrobiyalita bilindahiya wê 13 mêtre ye dijî. Mokrobiyalit ji ber derza ava şirîn a binê golê çêbûye. Hê ji serê mokrobiyalitê ava şirîn dikişe. Ji ber vê li dora vê mokrobiyalit habîtateke ava şirîn çêbûye. Di wê mokrobiyalitê da masiyek dijî. Yanê li Behra Wanê 2 cure masî hene."