13 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
VAN
Li hewzeya Behra Wanê 250 cure çivîk hene, her sal zivistanê qubeqazên sipî jî tên vê derê.
Midûrê Navenda Rehabilitasyon û Parastina Heywanên Beyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Logman Aslan di daxuyaniya xwe da got qubeqan ku di nav gel da bi navên "qubeqaza sipî, qubeqaza qeqeb" tê zanîn ji bo ku zivistanê derbas bikin tên ciyên avî yên li dorberê Behra Wanê û Gola Erçekê, dema ku hewa germ dibe jî ji bo ku hêk bikin diçin herêmên germ.
Aslan diyar kir ku qubazên sipî ji ciyên ku ava wan nacemide hez dikin û wiha got: "Qubeqazên sipî her sal di mijdarê da ji bakurê welatê me ra tên û zivistanê li dorberê Behra Wanê derbas dikin. Di meha adarê da dema ku hewa germ dibe jî dîsa dizvirin ciyên ku jê hatin. Histûyê wan dirêj in û rengê wan jî sipî ne, dema ku li der û dora Behra Wanê xanê dikin dîmenên xweşik derdixin holê."
- Havînê filamîngo, zivistanê qubaqaz dibin mêvan
Aslan got di lêkolînên li dorberê Behra Wanê da hatiye tesbîtkirin ku li wan deran 250 cure çivîk dijîn, hinekên wan seranserê salê li vê derê dijîn hinek jî li gor demsalê tên vê derê.
Aslan destnîşan kir ku ji bo parastina qubeqaz û çivîkên ku kokan diqele xebat kirine nêçîrvan agahdar kirine di encama van xebatan da jî hejmara çivîkan zêde bûye û wiha pê da çû:
"Havînê filamîngo zivistanê jî qubeqazên sipî tên dorberê Behra Wanê. Qubeqaz zivistanê tên vê derê. Hejmara qubeqazên sipî her ku diçe zêde dibe. Em jî ji bo ku welatî li hişê xwe nêçîrvaniyê nekin hin xebatan dikin. Bi saya serê van xebatan em dibînin ku hejmara qubeqazan zêde dibe."