Ara Guler hat definkirin
Cinazeyê Ara Gulerê ku di 90 saliya xwe da li nexweşxaneyê wefat kir, hat definkirin.
Istanbul
ÎSTANBUL
Cinazeyê Ara Gulerê ku di 90 saliya xwe da li nexweşxaneyê wefat kir, hat veşartin.
Ji bo Ara Guler merasima ewil li Meydana Galatasarayê hat çêkirin.
Piştî merasima li vê derê cinazeyê Guler yê ku alaya Tirk va hatibû pêçandin bi wesayîta cinazeyan anîn Dêra Ermeniyan a Sê Horan a Beyogluyê.
Cîgirê Serokomar Fuat Oktay, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî beşdarî merasimê bûn. Wezîr û endamên protokolê heta deriyê kilîseyê bi cinaze ra meşiyan.
Ji bo Ara Guler li Dêra Ermeniyan a Sê Horan a Beyogluyê ayîn hat kirin. Ayîna li dêrê Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan bi rê ve bir.
Di merasimê da peyama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî hat xwendin.
Cinazeyê Guler piştî ayînê li Goristana Ermeniyan a Şîşliyê hat veşartin.