Tirkiye

"Kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin."

20.10.2018 - Rojanekırın : 20.10.2018
 "Kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin"

DIYARBEKIR

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Kî li vî welatî cudakariya nijadî bike pêşiyê em ê li hember derkevin."

 "Em ne ji bo Diyarbekirê xirab bikin, li ji bo îmar bikin, pêş bixin, bigihînin hizûr û refahê dixebitin."

 "Tirkiye îro hewl dide him parastina xwe û him jî pêşeroja xwe ava bike. Şikir di herdu mijaran da jî em gelekî pêşva çûn."

"Kesên ku ji bona kesên hedefên wan li ser herêma me hene dibin maşik nikarin xizmeta vî gelî bikin."

"Di navbera FETOyiyên ku şexsiyeta xwe bi dolarekî firotine qeşmerê li Amerîkayê, DEAŞiyên ku li ser navê Îslamê misilmanan dikujin û terorîstên cudakar yên gule berdidin welatê xwe da tu ferq tuneye."

"Nav û îdiayên wan çi dibin bira bibin kapê hemû rêxistinên terorê digihêje heman derê."

 "Kesên ku ji xwe ra li nasname û dewleteke din digerin, wekî ku di dîroka nêzîk da jî gelek mînakên wê hene, mehkûmî wendakirina welat, war, malbat û xîreta xwe ne."

"Di Geziyê da armanc dar nebûn, di 17-25ê Kanûnê da derdê wan hiqûq û di çalakiyên çalan da derdê wan heq nebû, li Sûriyeyê armanc edalet nebû, di 15ê Tîrmehê da armanc parastina welêt nebû û herî dawîn jî di di rewşa aboriyê da mesele kûrên dowîzê nebûn. Şikir gelê me hemû rastiyan dibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın