Türkan Tosun
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
BATMAN
Li Batmanê ji hêla Komeleya Medeniyetê va pêşbirka setrencê ya li derva hat lidarxistin.
Wezareta Ciwanî û Werzişê jî piştgirî da çalakiyê û 400 kes beşdarî pêşbirkê bûn.
Pêşbirk li ser Kolana 1emîn di bin çavdêriya Federasyona Setrencê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin, piştî pêşbirk qediya rayedaran madalya dan hemû beşdarvanan.
Serokê Komeleya Medeniyetê ya Batmanê Yahya Koyun got bi vê turnuvayê va wan li Batmanê gaveke ewil avêtine.
Koyun got gelek kes beşdarî pêşbirkê bûne û wiha dewam kir: "Emê van aktîvîteyan bidomînin. Meha bê jî emê turnuvaya tenîsê ya maseyê li dar bixin. Wezareta me jî piştgirî dide û em kêfxweş in ku bi ciwanên me ra em vê çalakiyê dikin."