01 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Îlon 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê di herekata asîmanî ya ku li herêmên Zap, Gara û Xakurkê yên li bakurê Iraqê hat kirin de 19 terorîst berteref kirin.
Di daxuyaniya ku ji ser hesaba Twîtterê ya Sererkaniyê hat dayîn de hat diyarkirin ku îro herekata asîmanî birin ser herêmên Zap, Gara û Xakurkê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonê de 19 terorîstên çekdar ên mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker hatin berterefkirin.