İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
AGRI/KARS
Li Dogubayîza navçeya Agiriyê û Qersê mij û moran heye û şofêran di mijê da tengasî kişand.
Li deverên bilind ên navçeya Dogubayîzê û li ser rêya navbera vê navçeyê û Çaldêranan navçeya Wanê, texma Dirba Kirê Tendurekê mij û moranê nehîşt ku şofêr pakîkî pêşiya xwe bibînin û mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyî kêm bû.
Ji ber mijê li dirba ku 2644 raqim bilind e, bi taybetî di navbera gundên Gokçebulak, Somkaya û Gulîzerê di 15 kîlomêtre rê da wesayît dereng çûn û hatin.
Ji ber mijê hin şofêran tengasî kişand û li tesîsên bêhnvedanê yên navbera Dogubayîz û Çaldêranê li bendê man ku mij derbas bibe.
Ekîbên trafîkê jî hişyarî dan şofêran ku mesafeya xwe ya şopandinê biparêzin û li gor îşaretên rê hereket bikin.
Mijê li navçeya Dogubayîzê der û dora Qesra Îshaq Paşa ku li ser girekî 1900 raqim hatiye avakirin, girt û dîmenên xweş derxistin holê.
- Qers
Li Qersê jî ji duh êvarê vir va mij û moran heye û ji serê sibê pêva zêde bû û di rêyan da mesafeya dîtinê kêm kir.
Şofêrên li bajêr ji ber mijê di trafîkê da tengasî kişand.
Mijê li der û dora Keleha Qersê û Mizgefta Fethiyeyê dîmenên xweş derxistin holê.