Nihat Kavşut
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ADIYAMAN
Li Adiyemanê balafira perwerdeyê ya Zanîngeha Gazîentebê ket û di qezayê da pîlotê kursiyer mir.
Prof. Dr. Alî Gurê Rektorê Zanîngeha Gazîentebê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ber destê sibehê 2 balafirên Akademiya Perwerdeya Firînê yên di bin banê Fakulteya Zanistên Esmanî û Fezayê ji Balafirgeha Gazîentabê rabûn.
Gur destnîşan kir ku li texma Besniya navçeya Adiyemanê di derdora saet 09.00an da ji ber sedemên nayên zanîn balafira pîlotê kursiyer tê da bû ket û got ku di qezayê da xwendekarê me yê kursiyer mir.
Wek mayîn li gor agahiyan ekîbên îtfaiye, tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî ciyê qezayê kirin.
-Nurullah Nacî Kalkanciyê Waliyê Adiyemanê got ji bo ku li ser enkaza teyareya perwerdeyê ya Zanîngeha Gazîentabê (GAUN) ya li Besniya navçeya bajêr ketibû xwarê lêkolînê bike ekîbeke ji Balafirgeha Adiyemanê hat wezifedarkirin.
Kalkanci li meqamê xwe daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ber destê sibê hînbûn ku teyareya perwerdeyê ya GAUNê li Besniyê ket xwarê.
Kalkanci destnîşan kir ku xwendekarekî ji bo stayê pîlotiya teyareya perwerdeyê dikir û wiha pê da çû:
"Di demeke kin da gihîştin enkaza teyareyê û xwebatên temirandinê hatin kirin. Ji bo ku li ser enkaza teyareya perwerdeyê lêkolînê bike ekîbeke ji Balafirgeha Adiyemanê hat wezifedarkirin. Wekî mayîn şahidên bûyerê gotine ku pîlot xwe ji teyareyê avêtiye. Li ser vê me dest xwebatên lêgerîna pîlot kir. Me pîlot li nêzî Koseceliya bajaroka li ser Besniyê dît, mixabin miribû. Ji ber ku teyare bi tenê kesekî hildide pîlotekê din an jî rêwiyek tunebû."
Kalkanci diyar kir ku di navbera enkaza teyareyê û cihê pîlot lê hat dîtin da kêmzêde 20 kîlomêtre mesafe heye, sedema ketina teyareyê jî ew ê piştî lêkolînê were eşkerekirin.