Türkan Tosun
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ÎSTANBUL
Parêzer Gulden Sonmeza Alîkara Serokê Giştî ya Tevgera Edaletê û Mafên Mirovan (ÎHAK) beriya ku konvoya "Ji Bo Jinan Konvoya Wijdanê" rê bikeve, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Sonmez got hêza kesên şer naxwazin têrê nekir ku rê li ber şer bê girtin, qetlîamên komî û yên zarokan çêbûn û wiha axivî: "Qasî milyonekê însan hatin kuştin. 15 hezar jî zarok. Mihacir yên bişans bûn ku hewl dan bijîn. Lê li ser rûyê erdê ya ku têra me hemûyan dike me metre çargoşeyek jî neda mihaciran. Sînor hatin girtin, dergûş di behrê de xeniqîn. 400 hezarî zêdetir mirov li girtîgehan, navendên lêpirsînê hatin girtin. Jin, mêr, zarok, kal û pîr ji 13 hezar û 104 mirovan zêdetir kes di girtîgehan de ji ber îşkenceyê mirin."
Sonmez bal kişande 76 hezar kesên winda bûne û ezîyeta ku tê serê jinan û wiha got: "13 hezar û 581 jin hatin girtin. 6 hezar û 736 jin jî hê di girtîgehan de ne. Îşkenceyê dibînin, rastî destdirêjiyê tên. Rejima Sûriyeyê destdirêjiya li hember jinê wek çek bi kar anî, tîne. Lê ev sûcên dijî mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî li ber çavên dewletan pêk hatin, civak û hiqûqa navneteweyî rê li ber wan negirt û wan ceza nekir. Eskerekî rejimê yê pisporê tipa adlî ye 55 hezar wênêyên van sûcan tespît kir. Cesedê 6 hezar û 786 kesên bi îşkenceyê hatine kuştin li navenda cihanê deng veda."
- "Em ber bi wicdana mirovahiyê ve diçin"
Sonmez got ew dengê jinên ji Sûriyeyê dibîhîzin û ji bo piştgiriyê bidin wan rê dikevin, ji gelek welatan jin jî piştgiriyê didin wan.
Sonmez anî ziman ji çar aliyê dinyayê jinên dîn, ziman û nijadên wan cuda ne kom bûne û wiha axivî: "Em ber bi wicdana mirovahiyê ve diçin. Em ji bo ku bibêjin wicdana ku di girtîgehên Sûriyeyê de ew bêndê bûn di vê konvoyê de ye. Em xemgîn in. Wek asîmanan ev 7 sal in em digrîn. Ji ber ku dinya bê deng dimîne hûn bêtir zehmetiyê dibînin. Em xemgîn in. Ji ber ku dinya bê deng dimîne zalim zêdetir wêrek tevdigerin. Em dizanin hûn gelekê bendê bûn. Em dibîhîzin we digot "Ka mirovahî?" Em li vir in, xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê Me terka we nekir, emê terka we nekin."
- Ji 55 welatî bi hezaran jin piştgiriyê didin konvoyê
Ji 55 welatî bi hezaran jinên ji dîn, ziman, nijad û çandên cuda beşdarî konvoya ku di pêşengtiya jinên ji Tirkiyeyê da hat damezirandin bûn. Di nava beşdarvanan da nûnerên saziyên civaka sivîl, akademîsyen, hiqûqnas, nûçegihan, rojnameger, nivîskar, doktor, hunermend, werzişvan, diyasetmedar, kebanî û jinên xebatkar hene.
Ji dervayî welat parlementera Pakistanî Munaza Hesen, parlementer û doktora Ukraynayî Olga Bogomolets, nivîskar û rojnamegera Îskoçyayî Yvonne Ridley, Endama Şaredariya Meclisa Newcastlea Îngiltereyê Ann Schofield, ji malbata emîrê Qeterê Asia Waheed Alrabayah, ji Zanîngeha Malayê Prof. Dato Sri û Dr. Zaleha Kamaruddin, bûka Mandela Rayne Rose Mandela-Perry, henekvan, nivîskar û aktor Sajeela Kershi û ji Bosnayê jî dayîkên Srebrenitsayê beşdarî konvoyê bûn.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê 60 otobês rê ketin. Ji Kocaelî, Sakarya, Enqere û Edeneyê jî otobês wê beşdarî konvoyê bibin.
Bi 200 otobêsan ve konvoy wê bigihîje Hatayê.